2 Haziran 2018 Cumartesi

⏩ŞÎR Û CÛREYÊN WÎ❗







Ji bo me Kurdan tiştekî ewqasî pîroz heye ku dayikên me li ser wî tiştî sond dixwin(carna jî tehdît dikin 😁) û em mafê wan bi helal kirina wî tiştî dixwazin werînine cîh. Li aliyê din jî wêjeya Kurdî de jî gelekî hatiye bikaranîn.

Ev tişt ŞÎR e...❗
Şîr, şiliya spî ya ji memikên jinan û ji guhanên candarên mê tê(û wilo tê vexwarin yan jî mast, penîr, dew hwd. jê tê çêkirin).

🔹Gelo hun dizanin çima ewqasî pîroz e şîrê dayika? 
Tu tişt di dinyayê de wekî vî tiştî tune ye ku ji bo zaroka ku tê şîr dayîn baştir bibe. Naveroka wê heta hun bê bes tije ye, fêdeyên wê nayên jimartin. Ji ber ku ev mijar seranser nivîsek dûvdirêj e, ez ji we re taybetmendiyên şîrê dayikê bi kurtasî bêjim.

🍼Her wext sterîl û amade ye.

🍼Ji ber naveroka xwe bi temamî pêdiviyên zarokê tîne cîh.

🍼Faktorên parastinê dihewîne. 

🍼Aktîf enzîmên ji bo hezm ê alîkar di nav de hene.

🍼Antîenfeksîyon e.

🍼Hormon û faktorên mezin bûnê tê de here. Û hwd.

⏩KOLOSTRÛM❗

Kolstrûm, piştî zayînê heya 3-5 rojan şîrê pêşî ku tê. Ev şîr bi çi awayî bê divê wexta ku zayîn qewimî zarok wî şîrî vexwin. Parastina ji bo gelek nexweşiya û saz kirina floraya rûvî yên zarokê yekemîn tişt e. Şîrê dayikê dı aliyê Vîtamînên A,D û B12 gelekî dewlemend e.

PÊŞNIYARÎ: Heya 6 meha ji xeynî şîrê dayikê tiştekî nedin û heya 2 sal a zarokan bidine mijandin. 
.
Piştî 6 meha ku zarokan dest bi xwarinê kirin şîr û cureyên wê jî bi zarokan bidine heskirin. Ji ber ku di her wextê jiyanê de lazimiya me pê heye divê em ti carî ji xwarin-vexwarina xwe ya rojane de dernexin.

⏩BERHEMÊN ŞÎR Û NAVEROKA WA🥛

➡Ji bo 100 gram❗

🔸Mast
Kalorî: 60
Dohn: 3.3g
Karbohîdrat: 4.7 g
Proteîn: 3.5 g

🔸Penîr
Kalorî:106
Dohn:4.4 g
Karbohîdrat:2.65 g
Proteîn:12.4

🔸Dew
Kalorî:38
Dohn:2.1 gram 
Karbohîdrat:2.8 gram
Proteîn:2 gram

🔸Jajî
Kalorî:98
Dohn:4.3gram
Karbohîdrat:3.4 gram
Proteîn: 11 gram

🔸Nivîşk
Kalorî:720
Dohn:81gram 
Karbohîdrat:0 gram
Proteîn:1 gram

🔸Krêma
Kalorî:195 
Dohn:19.3 gram 
Karbohîdrat: 3.7 gram
Proteîn:2.7 gram

🔸Qeşaşîr(dondurma)
Kalorî:201
Dohn:11 gram 
Karbohîdrat:23.6 gram
Proteîn:3.47 gram

🔸Kefîr
Kalorî:52
Dohn:3.2 gram
Karbohîdrat:3.2 gram
Proteîn:2.7 gram

Bi rastî ne ku ez di vê beşê de ne û min perwerdehiya wê dîtiye, ji wextê ku tê bîra min kêfa min gelekî ji şîr û berhemên wê re tê. 
Ji ber ku piraniya gelê Kurd(ji bilî en di bajara de dijî)  bi dewar, pez û sewalan mijûl dibin gihîjtin wan hesanîtir e. Lê belê tişta ku min çavdêrî kir Kurdên ku di bajaran de dijîn kêfa wan jî şîr û cûreyên wê re nayê, zêde naxwin-navexwin. Nizanim sedem çi ye!

⏩FÊDEYÊN WA❗

🔹Şîr û berhemên wê jêdera proteîn,kalsiyum, Vîtamîn B2 û B12 hwd. gelek vîtamîn mînerala ye.
🔹Kalsiyuma di nava şîr de ji çavkaniyên din bêhtir di laşê mirov de tê metabolîze kirin.
🔹Kalsiyum ji bo tenduristî ya  hestû û diranan pêwîst e.
🔹Ji bo ku proteînên hêja/biqalîte tê de heye, di her emr de, piranî ji bo pêşketin, mezinbûn û selih a tevn ên mirovan pêdivî gelek e.
🔹Ji naveroka dohn ê tê de ji bo Kolesterolê baş e.

⏩PASTORÎZASYON❗
Pastorîzasyon, muameleya germ kirina şîr di 65 °C û di derbekê de cemidandin e. Bi vê muamele yê mîkrobên dı nava şîr de tên denature kirin.

⏩PORSIYON ÇÎQAS E❓
🔹Şîr, mast, kefîr: 200 ml
🔹Dew: 350 ml
🔹Penîr û cûreyên wê: 60 gram


⏩PÊDIVIYA ROJANE❗

1-3 emr zarokan 4 porsiyon,
4-6 emr zarokan 3-4 porsiyon,
7-9 emr zarokan  3 porsiyon,
10-18 emr zarokan 4 porsiyon,
Kesên gihîştî 3 porsiyon
65 û ser de  4 porsiyon e.
.

Bimînin di xêr û xweşiyê de..

🍒DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN🍒
03.06.2018



23 Mayıs 2018 Çarşamba

🌐NEXWEŞIYA SERDEMÊ -OBEZÎTE❗




  Nexweşiya yekemîn a serdema 21'ê, emcama gelek nexwesîyan û sedema yekemîn a mirinê..
  Bi pêşveçûna teknolojî û zêdebûna kapîtalîzmê beramberî wan xalan, çewt bûn û guhartina  xwarin-vexwarinan, Jiyana metropolît, stres, bêhereketî, nexweşî(wek diyabet, kolesterol ...) û genetîk yekem sedemên obezîte ne.
  Bêedaletî, di her derê cîhanê de rû dide.  Li aliyekî feqîrî, nebûn û berçî bûn, li aliyê din  îsraf kirin, avêtina xwarinan û zêde bûna obezîteyê. Li gor fikra min her çiqas bingeha vê nexweşiyê sedemên tenduristî û civakî xuya bikin jî, ji bo bavên kapîtalîzmê sektorek zêrîn e.
  Obezîte jî polîkaya dewletan e.Çawa? Çawa hun zanin? Eger ez xwediyê saziyên xwarin vexwarinê an îlacan ên gelek mezin bim ezê bixwazim ku her kes bêhtir bixwe û bêhtir dewlemend bibim. Û ji bo vê mijarê çi ji destê min were ez ê bikim. Û dewlet jî piştgirê van kes û fikra ne. Werhasil daxwaziya wan ew e ku çerxa kapîtalîzmê çiqas bizîvire vê bêhtir temahiyê zêde bike û dewlemendan bêhtir dewlemedttir bike.

DI CÎHANÊ DE OBEZÎTE

  Lêkolînên li ser obezîte dide xuya kirin ku di welatên pêşketî de prevelansa obezîte li gor welatên din zêdetir e.  Li welatên pêşketî de rêje ya Mêran ji ya Jinan zêdetir e. Lê belê di welatên pêşneketî de ev hejmar eks î vê ye.
  Hejmara kesên zêdekîlo û obez di 33 sala de %28, di nav zarokan de %47 zêde bû ye. Ev hejmar 1980'î de 857 milyon e, di sala 2013'an de zêde bû ye 2.1 milyar e. Çiqas gelek e ne ?Yanî jî heft kesan yek Obez e.

OBEZ KÎ/KÊ YE ❓

  Li gor WHO(world health organization)'yê  yanî Oganîzasyona Tenduristî ya Cîhanê, Îndeksa Girseya Vicûd(kîlo/(dirêjahî)2 ) di  ser 30'î de be OBEZ tê qebûl kirin.
  Zêdehiya dohn ê laşê mirov dı her aliyê jiyana wan kesan de dixe rewşek bizahmetî û telûkeyek mezin e.

VEXUYANIYÊN OBEZÎTE!

Qelew bûn di demek dirêj de pêk tê. Di demek dirêj de hindik hindik zêde dibe.
-Cilên ku hun li xwe dikin fireh dibin.
-Firehiya noqa we de,
-Îndeksa Girseya Vicûd de,
-Di wezinandinê de zêde bûn.
-Zexelî.
-Di livandinek kêm de westandin.
-Zêde xwêdan.
- Danûsatandina bêhnê de zahmetî were kişandin dı rê ya obezîte de çargavkî diçin. Haya we ji we hebe :)

SEDEMÊN OBEZÎTE

Hevsêngeya di navbera standin û xirc kirina kalorî de wezna mirov eskere dike. Zedê xwarin û bê hareketî kîloyan zêde dike.

Xwarin-磻vexwarina çewt. Zêde Fast-food! Di xwarin vexwarina rojane de zêde şekir, xwê û zêde dohn rîska obezîte zêdetir dike.

‍Genetîk❗

Kesên ku di malbata wan de hin kesên obez hebin, talukeya pêketina we zêdetir dibe. Her wekî din Hormona Leptînê(ya ku sînyalên têr bûnê dide mêjî) di îfraza wêde kêmasî çê dibe.

Bêhereketî❗

Xirc kirina kaloriyan de tişta herî girîng egzersiz e.

Derman xwarin❗

Xwarina hin îlacan îşteha mirov zêde dike. Mînak: Antîdepresan, îlacên diyabetê, ên hormon û tansiyonê...

Sedemên Derûnî❗

Hin nexweşiyên derûnî dibe sedema  zêdestandina kaloriyan. Di lêkolînan de hatiye xuya kirin ku piraniya kesên Obez di çaxê zarokatiyê de îstismara Cinsî lê hatiye kirin...

‍⚕TEDAWIYA OBEZÎTE❗

Gelek rê hene ji tedawiya obezîte. Tedawiya Diyetê, Egzersiz, îlac, Derûnî û Cerahiya Barîatrîkî..

TEDAWIYA DIYETÊ

Zêde standina kaloriyan divê were kêm kirin.
Li gor pediviya mirov   xwarin vexwarin divê bê saz kirin.
Bedela xwarin vexwarinên ku naverok zêde dohn, fêkî û şînahîyan zêdetir bikin.
Divê kaloriya rojane %50-60 karbonhîdrat, %15-20 Proteîn û %20-30 ji dohn an be.
Standina posa yê zêde bikin.
Vexwarina avê li gor kaloriyê xwe saz bikin. Mînak ku hun 2.000 kalorî bistînin 2-2.5 lître av vexwin.
xwe ji Fast-Food û tiştên hazir ê ku naveroka wan nayê zanîn dûr bin.
 Ji Alkol û Cixare dûr bin.
 Xwarinê hêdî bixwin, zêde bicûn.
 Piştî danên xwarinê bi seetekê egzersîzê bikin.
Ya dawî bi alîkariya pisporan vê pêvajoyê bi rê ve bibin.
.
Bimînin xêr û xweşiyê de...
➖
DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN

15 Mayıs 2018 Salı

DI ROJIYÊ DE XWARIN-VEXWARIN!







   Îşev, ji bo gelê Misliman destpêka Rojiya remezanê ye.
   Di serî de vê roja miqeddes li hemû gelê Mislimanan pîroz dikim. Xwedayê dilovan îşalleh niyet û rojiyên we qebûl bike. Hêvîdarim ku kesên ku rojî digirin felsefe û kurahiya rojiyê fêhm bikin û zanibin ku ne tenê xweberçîhiştin e. Rojî, fêr bûn berçî bûn û tî bûnê, fêhm kirina xizaniya feqîr û jara, terbiye kirina nefsa mirov e.
Ji bilî van tiştan gelek fêdeyên rojiyê hene û wek tedavî yê jî ji bo gelek nexweşiyan tê girtin...

*FITAR*: Rojîşkandin, wextê rojavabûnê ye. Piştî ku rojava dibe, êdî hun dikarin xwarin û vexwarin bikin.
*PAŞÎV*: xwarina şevê ye ku rojîgir dixwin.
.
*FÊDEYÊN ROJIYÊ ÇI NE?*


Di tenduristiyê de bi navê  *intermittent fasting* tedawiya gelek nexweşiyan de tê bikaranîn. Di nexwşiya Tîp1 diyabet û kesên ku Însulîn li xwe didin wek 2 dan/wext xwarin-vexwarinek li gor pêdiviya wan têrtije tên kirin û girêdayina Însulînê kêmtir dike bi saya rojiyê.
*Kesên ku ji kîloyên zêde gazinan dikin teqez divê rojî bigirin.* Wextê birçîbûnek dirêj de laş, enerjî(vejen) yê ji depoyên lipîd(dohn) xerc dike.♻
*Sazkirina şekirê di xwînê de dike.*
Kesên ku girêdayî Însulînê ne di lêkolînan de hatiye dîtin ku zêde hildan(hîperglîsemî) û ketina şekir(hîpoglîsemî) saz dike.
*Veparastina dilê we dike!*
Dîsa li gor lêkolînan tê zanîn ku ROJÎ Kolesterola Cirxweş(HDL) zêde dike û Kolesterola Cirnexweş(LDL) kêm dike. Û parastina me ji xitimandina demaran dike❤
*ÎLTIHABÊ KÊM DIKE!*
*PARÊZGERÊ MÊJÎ YE.*
*BIRÇÎBÛNÊ KÊM DIKE.*

*_DÎQAT BIKIN!_*
Kesên ku nexweşiya wan zahmet be, bi temamî girêdayî îlacan bin  û rê nede ku rojî bigirin, rojîgirtin ji wan re ne baş e.



*DI ROJIYÊ DE XWARIN-VEXWARIN*

   Wekî ku me got rojîgirtin   di  demeke dirêj de qedexeya xwarin-vexwarinê ye. Ji ber vê yekê wexta ku me rojî girt, mixabin di van mehên gern de em pir tî û birçî dibin. Di caxê fitarê de jî bi lez û bez em zêde xwarin û vexwarinê dikin. Lê belê ev bertek ne baş e, bêhtir wê zirarê bidê we.
 Fitar-paşîv û di navbera wan de 2 danên  navber bikin.
 Fitarê bi av an xurme bikin. Pişt re wek  kasek şorbe vexwin û deh deqeyê din jî dest bi xwarinên din bikin.
 Zêde xwarinên bi dohn, tûj, tirş û şor nexwin. Rîska reflû yê heye.
 Cacik,xoşav û kompostoyan ji bo pêdiviya avê her fitar kaseyek vexwin.
 Lı gor pêdiviya xwe avê baş vexwin. (Kîlo x 30 ml)
 Ji bo tî bûnê nekişînin xwe ji tiştên şor dûr bikin.
 Fêkî û şînahiyan ji sifriya xwe kêm nekin.
 Teqez rabin paşîvê.   Wek zelete, penîr, hêk, helaw, dims, tehîn û nan bixwin.
 Di paşîvê de xwarinên giran nexwin.
 Di nava ro de  li ser xwe bigerin. Ji ber ku di seetên dereng de xwarin vexwarin dibe, qebz bûn, xaz û orimandina zik çê dibe.
Hun dikarin piştî fitarê bi seetekê dikarin egzersiz û spora xwe bikin.

*MENÛYA ROJIYÊ*

*FITAR*
-2 xurme û qedehek av
-1 kase cacik/xoşav
-6 kevçiyê xwarinê savar an birinc.
-2 hesk Tirşika bacana
-1 hesk mast an qedehek dew.
-zelate (xiyar, firingî, şînahî hwd )
-3  qetît Nan(tam genim)
----------
*NAVBERA1.*
-Porsiyonek fêkî
-2 gwîz/5-6 findiq, fistiq
------
*NAVBERA 2.*
-Porsiyonek fêkî
-1 qedeh şîr
-----
*Paşîv*
-Selate(firengî, xeyar, şînahî)
- Penîr(kêmxwê)
-Hêk a kelandî
-Tahîn-dims.
-1 qedeh şîr
-1 porsiyon fêkî
-2 qetît(çênî) Nan
.


Noşîcan be. Xwedê rojiya we qebûl bike...
.
DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN

3 Ocak 2018 Çarşamba

Fêkî û zerzewat, di nav xwarina we ya rojane de çiqasî cî digire ?








✴Fêkî û zerzewat di jiyane me de ji aliyê vîtamîn, mînaral, lîf û hwd. pêdiviyek gelek mezin bi wan heye.
❓Fêkî ,berhemên şirîn  yên bi riwekan ve çêdibin û mirov dikarin bixwin.
➖Şekirên di nav de gelek e. Zêdexwarina wan rîska hîperglîsemî dihewîne. Nexweşên Dîabetê bila hay ji xwe hebin. ⭐wek sêv, pirteqal, xox, mijmij, mûz, nektarîn, hilûk, kîwî, zebeş, gundor, Moz, qeysî, zerdelî, hêrûg, kelek, şeftalî, şûtî, şimtî, kal.
➖Zerzewat,şînkatî, kidak, riwek, keske, hêşînayî,jî tên bi navkirin.
Riwekên kelandî yan xav, wek zelete tên xwarin.
✴Kaloriya wan gelekî kêm e . Bi dilrihetî hun dikarin gelekî bixwin.
🔅Wek bacan, xiyar, îsot, pîvaz, gêzer û hwd.)
   Bêtir Sedema nexweşiyên Gastroîntestînal sîstemê kêmasiya fêkî zerzewatan e.
Kêmxwarina wan,  îmmunolojiya mirov zeîf dike û lêgirtina  infeksiyonan zêde dike. ✴Herwiha zarokên ku fêkî û zerzewatan naxwin, bêhtir bizahmetî û dereng mezin dibin. Di kesên ku pîr bûne de jî, di pêşî de kêmasiyan wan  qabizî, orimandin a zik,  betilandin,  jibîrkirin û hwd. gelek  pirsgirêkên tenduristî çêdibin.
Di her dan ê xwerinê de bila li sifreya we de hebe.
Ya girîng, kelandî an xaf çawa bixwê bixwe şûştin û paqijkirina wan dîqet bikin❗
Jibîr nekin ku xwarina wan, wê rîska gelek nexweşiyan kêm bike. Wek: nexweşiyên kardiovaskuler, obezîte, hîpertansiyon, kanser..
Heya ji destê we werê ên rengî bixwin. Çiqas reng bi tarîtir dibe taybetî antîoksîdan zêde dibe.  Û pergala îmmûnolojiyê biqewettir dike.(Pêdiviya me di zivistanê de zêdetir dibe.)
✳
↪Ya dawî↩
☑
Ji wêjeya klasîk

Buxçeya sorgul di geş tê
Çîçek û reyhan-i reş tê
Dilrubayan tîne geştê
Sinbilan ta-ta sema ye

Sebzeya şebnem gulav lê
Sor’eqîqan dur xwinav lê
Dilberan seyran û rav lê
‘Er’eran sîtab-i daye
.
(Dîwana Melayê Cizirî~1640, Melayê Cizîrî)

.
🍒DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN🍒


2 Ocak 2018 Salı

PÎVAZÊ DIXWE?


Pîvaza ku fêdeyên wê zêdene, bi lêkolînên li ser hatine kirin daxuya ku rîska Qansêra Mîdê ji %46 kêm dike.
100 gram 40 kalorîye. 15 gram karbohîdrat, 3 gram lîf, 7 gram şekir, 2 gram proteîn heye.
Herwiha  pêdiviya rojekê ya vîtamîn C, B6 û magnezyum an beramberî %10 ye.
❗❗Ji sifrî ya xwe kêm nekin.
.
DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN

DIABETUS MELLITUS/NEXWEŞIYA ŞEKIR


DIABETES MELLITUS-NEXWEŞIYA ŞEKIR❓
Şekirê di nava xwînê de bilind dibe, di mîzê de dîtina şekir e❗
Hormon a esasî ku şekirê di xwînê de  xwedîrolek mezin di sazkirin de ye, ÎNSULÎN a ku di  hucreyê Bêta yê di Pankreas de tê avzêkirin e. Pankreas însulîn qet çênakê an gelekî kêm e ku glîkoz a ku bibe enerjî di maç xwînê de serbest digere û bi kombûna di nav xwînê de sewiya şekir zêde dike.
(           ) ➖
2 cureyên wê hene.
TÎP1 DIYABET⚠
Bi giştî di zarok an di ciwanan de xuya dibe. Însulîn bi temamî nîne.
TÎP2 DIYABET⚠
Însulîn heye lê gelekî kêm e û nayê bi kar'anîn.
Kesên ku nenexweş re îdeal sewiya şekir ê têrbûn ê di xwînê de 120mg/dl ye(piştî xwarinê bi 2 seeta). Di têrbûn an berçîbûnê de jê bilindtir tê xuya ku destpêka wê nexweşiyê an xwedînexweşî ye. Hetaheta berdewam e. Ji ber wê divê ku  hay ji xwe hebin.
➖
⏩GELO ÇI BIKIN ❓
Ser ê 2-3 seet a xwerin ê bixwin. 3 Dan ê esasî, 3 Dan ê navber ê çê bikin.
Xwe tu car berçî nehêlin.
Tiştên ku Glîsemîk îndeks a wa kêm be hilbijêrin.
Rojê 2-3 lître av wexwin. Û tiştê wexwarinê bila bêşekir bin.
Haftiyê 2-3 car masî bixwin.
Rûnê ajalî xwe jê dûr bikin.
Şîr, mast, dew, penîr bila %50rûn bin.  Her cure xwarin ê di hedê(porsiyon) wê de bixwin.
EGZERSÎZ bikin. 露菉❗Da'n a giranîyê  wê şekir bike navberekê de.❗
Alîkarîyê ji Dîyetisyen û nojdaran bixwazin.
⭐
DÎYETÎSYEN MEHMET AYDIN

Pisporê Diyetê/DIYETÎSYEN







Slav û rêz.
Di dêspêka nivîsên xwe î li ser beş a NUTRÎSYON(pisporiya diyetê)  û tenduristî de, dixwazim danasîna vê beş ê, karmendê wê, xwarin û vexwarina taybet, ji bo  jiyanek tendurist re çawa dibe bingeh û alîkarê başbûyina temamê nexweşiya, hinekî qala wan bikim.
.
Nutrîsyon çiye ? .
Nutrîsyon şaxek ji beşa tenduristiyê ye. Destpêka tedawiya nexweşiyan esasî, tedawiya berî îlacan e. Lê mixabin li welatên duyemîn, sêyemîn ên dinyayê de ev tedawî nayê hilbijartin. Lê welatên dewlemend û pêşketî de esasiya wê tê zanîn.
.
Karmendê wê çi dike?
.
Karmedê wê, Diyetîyen an Pisporê Diyetê ye. Di her qadên ku insan tê de kar dikin û pêdivî pê heye. Nexweşxane, klînîkên taybet hwd
.
Şertên Diyetêk baş çi ne?
.
~Divê diyet ji bo ew kesên jê re tê nivîsandin re taybet be!
.
~Li gor encamên lêkolînên antropometrikî,  analîzên xwînê, nexweşî û gazinên wê/wî.
.
~Divê ku şopandina seyra tedawiyê werê kirin hwd.
Di vê derdorê de divê werê nivîsandin..
.
.
Di nav xweşî û tenduristiyek baş de bin.
Spas...


DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN

NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET

NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET . Di derdora ne hemûyan de hin kes hene ku hertim rûyê wan bi ken e û henû dişibihin hev. Hat ...