4 Ağustos 2018 Cumartesi

VEGAN-VEJETERYAN






Gelo we ji Kurdekî bihîstiye ku gotiye "ez vegan im an vejeteyan im!" ? Ez bawerim hun dibêjin "Na!". Bi rastî min jî nedîtiye û nebihîstiye.
Gelekî tiştekî zahmet e ku Kurdek bibe Vegan an Vejetaryen û têkiliya xwe ji goşt qut bike. Dema ku em li dîroka Kurdan dimeyizênin ji ber ku her dem ciyayî bûn û her tim koçber bûn, debara xwe bi ajalan dikirin. Ji ber vê yekê jî goşt hesanîtirîn dihate peyde kirin. Ne tenê goşt, cûreyên din ku ji ajalan dihate peyde kirin bikardianîn. Wek şîr, mast, penîr, nivişk û cerm, kurk û heta ji pirça wan hirî dihate xwarin-vexwarin û bikaranîn.
Û di hemû bîr û baweriyan(piranî Îslam) de diyarî kirina ajalek spehî û bedew dihate qurban kirin  tê wateya ku pîroziya goşt têsîrek ji wê ye.
Her wekî din goşt, ji bo me Kurdan tiştek pîroz e. Lewra xwarina herî biqedr çêkirina goşt e. Ku tu li maleke Kurd bû mêvan û tu ji bo wan mêvanek biqedr be, ji te re sedî sed wê goşt çêkin(xilasiya te nîne😁). Lê asta biqedr bûna te li gor cûreyên goşt(ê mirîşka an goştê sewêl)  jî tê nîşandan.
Di sala 2014 an de ez ji bo 20 rojan çûm bûm e gund . Û hun zanin ku yek ji bajarekî tê ên nasê wî/wê kesî/ê şîva wî/wê çê dikin. Min di wa 20 roja de bi rehetî 15 roja goşt ê mirîşkê xwar. Ku min zimanê Kurdî jibîr nekirî be û nekirî be qidqidîn ez gelekî bisiûdim 😁.
Werhasil berî ku şîva wê çêkin û serê mirîşk û elokna(ev asta herî bilind a biqedr bûnê ye, ancax hun di xew de bibînin) bê serjê kirin bêjin "ez vegan im an vejetaryan im.".
Li aliyê tenduristî yê ku em meyzênin yekemîn sedema  zêdehiya nexweşiyên dil( dilrawestan, xitimandina demaran, kolesterol û hwd.), Qansêra roviyê stûr(Colon Cancer), Qelewbûn ê zêdexwarina goşt e. Di nav me Kurdan de pirtirîn sedemên mirinê ev nexweşî ne.
Bi mafdarî kesên ku jiyana xwe veganî/vejetaryanî berdewam dikin ez gelekî rûmeta wan digirim. Bifikirin, zindîyek wekî we xwedî maf e ku bijî hun serjê bikin û bixwin. Bi rastî jî ku ez wê yekê difikirim ji goştxuriya xwe û ji mirovatiya xwe fedî dikim. Lê belê ku di heman diyalektîkê de em bifikirin jêkirin û xwarina geya û şînahiyan jî heman tişt e. Di vir de serê min tevlîhev dibe. Lewra her jîndar di hember jêkirin,qutkirinê de bertekekê dide(wek xwîn an di şînahiyan de wek aveke şîrkî).
Di milyon salan de pêşveçûna me li gor mîzacek goştxurî hatiye saz kirin.

GOŞTXUR(KARNÎVOR)

Ajalên ku tenê goşt dixwin.
Kêzik, mişk, kîvroşk, bizin, çêlek, xezal hwd gelek ajalên din ên di Pramîda Adan ê ku di bin wan de ne dixwin.
Ev ajalên Guhandar(bimemik) diranên wan ên Qîl an(diranên kuçikan) ji yê Giyaxur an dirêjtirin roviyên wan kintir in..
Ajalên goştxur: şêr, rovî, gur, mar...

GIYAXUR(HERBÎVOR)
Ajalên ku tenê giya dixwin.
Diranê kursî ya bêhtir pêşketî ne.
Wek: hesp, bizin, deveh, ga, çêlek, ker ..

HEMÛXUR(OMNÎVOR)
Ajalên ku hem goşt û hem giya dixwe.
Wek: insan, hirç, teyr, elok, beraz. ..

VEJETERYAN

Kesên ku ti cûreyên goşt naxwin. Esasî li ser nexwarina goşt bêhtir tê sekinandin. Lê belê hin vejeteryan hêk(Ovovejeteryan) an şîr û cûreyên vî(Laktovejeteryan) an jî herdû yan (Laktoovovejeteryan) jî dixin.

VEGAN

Her çiqas şaxek vejeteryanî jî be gelekî jê zahmettir û jê hişktir e. Bi temamî goşt û tiştên ku ji ajalan tê bidest kirin red dikin. Ne tenê goşt û şîr û hêk, heta bi kurk û cilên ku ji wan tê çêkirin jî lixwe nakin.

Vêganên ku ti cûreyên goşt naxwin, divê  şînahiyên ku Hêsin, Kalsiyum, çînko tê de heye zêde bixwin. Di heman demê de pirsgirêka herî mezin ji bo vegan û vejeteryana kêmasiya vîtamîna B2 û B12 ye. Divê di bin kontrola Bijîşk de teqwiye ya vîtamîn û proteîn an bike.

Bimînin di xweşiyê de...

DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN
05.08.2018


NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET

NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET . Di derdora ne hemûyan de hin kes hene ku hertim rûyê wan bi ken e û henû dişibihin hev. Hat ...