15 Mayıs 2018 Salı

DI ROJIYÊ DE XWARIN-VEXWARIN!







   Îşev, ji bo gelê Misliman destpêka Rojiya remezanê ye.
   Di serî de vê roja miqeddes li hemû gelê Mislimanan pîroz dikim. Xwedayê dilovan îşalleh niyet û rojiyên we qebûl bike. Hêvîdarim ku kesên ku rojî digirin felsefe û kurahiya rojiyê fêhm bikin û zanibin ku ne tenê xweberçîhiştin e. Rojî, fêr bûn berçî bûn û tî bûnê, fêhm kirina xizaniya feqîr û jara, terbiye kirina nefsa mirov e.
Ji bilî van tiştan gelek fêdeyên rojiyê hene û wek tedavî yê jî ji bo gelek nexweşiyan tê girtin...

*FITAR*: Rojîşkandin, wextê rojavabûnê ye. Piştî ku rojava dibe, êdî hun dikarin xwarin û vexwarin bikin.
*PAŞÎV*: xwarina şevê ye ku rojîgir dixwin.
.
*FÊDEYÊN ROJIYÊ ÇI NE?*


Di tenduristiyê de bi navê  *intermittent fasting* tedawiya gelek nexweşiyan de tê bikaranîn. Di nexwşiya Tîp1 diyabet û kesên ku Însulîn li xwe didin wek 2 dan/wext xwarin-vexwarinek li gor pêdiviya wan têrtije tên kirin û girêdayina Însulînê kêmtir dike bi saya rojiyê.
*Kesên ku ji kîloyên zêde gazinan dikin teqez divê rojî bigirin.* Wextê birçîbûnek dirêj de laş, enerjî(vejen) yê ji depoyên lipîd(dohn) xerc dike.♻
*Sazkirina şekirê di xwînê de dike.*
Kesên ku girêdayî Însulînê ne di lêkolînan de hatiye dîtin ku zêde hildan(hîperglîsemî) û ketina şekir(hîpoglîsemî) saz dike.
*Veparastina dilê we dike!*
Dîsa li gor lêkolînan tê zanîn ku ROJÎ Kolesterola Cirxweş(HDL) zêde dike û Kolesterola Cirnexweş(LDL) kêm dike. Û parastina me ji xitimandina demaran dike❤
*ÎLTIHABÊ KÊM DIKE!*
*PARÊZGERÊ MÊJÎ YE.*
*BIRÇÎBÛNÊ KÊM DIKE.*

*_DÎQAT BIKIN!_*
Kesên ku nexweşiya wan zahmet be, bi temamî girêdayî îlacan bin  û rê nede ku rojî bigirin, rojîgirtin ji wan re ne baş e.



*DI ROJIYÊ DE XWARIN-VEXWARIN*

   Wekî ku me got rojîgirtin   di  demeke dirêj de qedexeya xwarin-vexwarinê ye. Ji ber vê yekê wexta ku me rojî girt, mixabin di van mehên gern de em pir tî û birçî dibin. Di caxê fitarê de jî bi lez û bez em zêde xwarin û vexwarinê dikin. Lê belê ev bertek ne baş e, bêhtir wê zirarê bidê we.
 Fitar-paşîv û di navbera wan de 2 danên  navber bikin.
 Fitarê bi av an xurme bikin. Pişt re wek  kasek şorbe vexwin û deh deqeyê din jî dest bi xwarinên din bikin.
 Zêde xwarinên bi dohn, tûj, tirş û şor nexwin. Rîska reflû yê heye.
 Cacik,xoşav û kompostoyan ji bo pêdiviya avê her fitar kaseyek vexwin.
 Lı gor pêdiviya xwe avê baş vexwin. (Kîlo x 30 ml)
 Ji bo tî bûnê nekişînin xwe ji tiştên şor dûr bikin.
 Fêkî û şînahiyan ji sifriya xwe kêm nekin.
 Teqez rabin paşîvê.   Wek zelete, penîr, hêk, helaw, dims, tehîn û nan bixwin.
 Di paşîvê de xwarinên giran nexwin.
 Di nava ro de  li ser xwe bigerin. Ji ber ku di seetên dereng de xwarin vexwarin dibe, qebz bûn, xaz û orimandina zik çê dibe.
Hun dikarin piştî fitarê bi seetekê dikarin egzersiz û spora xwe bikin.

*MENÛYA ROJIYÊ*

*FITAR*
-2 xurme û qedehek av
-1 kase cacik/xoşav
-6 kevçiyê xwarinê savar an birinc.
-2 hesk Tirşika bacana
-1 hesk mast an qedehek dew.
-zelate (xiyar, firingî, şînahî hwd )
-3  qetît Nan(tam genim)
----------
*NAVBERA1.*
-Porsiyonek fêkî
-2 gwîz/5-6 findiq, fistiq
------
*NAVBERA 2.*
-Porsiyonek fêkî
-1 qedeh şîr
-----
*Paşîv*
-Selate(firengî, xeyar, şînahî)
- Penîr(kêmxwê)
-Hêk a kelandî
-Tahîn-dims.
-1 qedeh şîr
-1 porsiyon fêkî
-2 qetît(çênî) Nan
.


Noşîcan be. Xwedê rojiya we qebûl bike...
.
DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN

2 yorum:

  1. Slav û rêz brêz Aydin. Bi rastî jî ew nivîsa te pir dichû xweshiya min. Bi taybetî jî nivîsandina bi Kurdî, min gelek keyfxwesh kir. Spas dikim. Serkeftin ji te re.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spasdar im ezbenî. Bi Xweşdîtin û ecibandina we pir kêfxweş im.

      Sil

NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET

NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET . Di derdora ne hemûyan de hin kes hene ku hertim rûyê wan bi ken e û henû dişibihin hev. Hat ...