2 Haziran 2018 Cumartesi

⏩ŞÎR Û CÛREYÊN WÎ❗







Ji bo me Kurdan tiştekî ewqasî pîroz heye ku dayikên me li ser wî tiştî sond dixwin(carna jî tehdît dikin 😁) û em mafê wan bi helal kirina wî tiştî dixwazin werînine cîh. Li aliyê din jî wêjeya Kurdî de jî gelekî hatiye bikaranîn.

Ev tişt ŞÎR e...❗
Şîr, şiliya spî ya ji memikên jinan û ji guhanên candarên mê tê(û wilo tê vexwarin yan jî mast, penîr, dew hwd. jê tê çêkirin).

🔹Gelo hun dizanin çima ewqasî pîroz e şîrê dayika? 
Tu tişt di dinyayê de wekî vî tiştî tune ye ku ji bo zaroka ku tê şîr dayîn baştir bibe. Naveroka wê heta hun bê bes tije ye, fêdeyên wê nayên jimartin. Ji ber ku ev mijar seranser nivîsek dûvdirêj e, ez ji we re taybetmendiyên şîrê dayikê bi kurtasî bêjim.

🍼Her wext sterîl û amade ye.

🍼Ji ber naveroka xwe bi temamî pêdiviyên zarokê tîne cîh.

🍼Faktorên parastinê dihewîne. 

🍼Aktîf enzîmên ji bo hezm ê alîkar di nav de hene.

🍼Antîenfeksîyon e.

🍼Hormon û faktorên mezin bûnê tê de here. Û hwd.

⏩KOLOSTRÛM❗

Kolstrûm, piştî zayînê heya 3-5 rojan şîrê pêşî ku tê. Ev şîr bi çi awayî bê divê wexta ku zayîn qewimî zarok wî şîrî vexwin. Parastina ji bo gelek nexweşiya û saz kirina floraya rûvî yên zarokê yekemîn tişt e. Şîrê dayikê dı aliyê Vîtamînên A,D û B12 gelekî dewlemend e.

PÊŞNIYARÎ: Heya 6 meha ji xeynî şîrê dayikê tiştekî nedin û heya 2 sal a zarokan bidine mijandin. 
.
Piştî 6 meha ku zarokan dest bi xwarinê kirin şîr û cureyên wê jî bi zarokan bidine heskirin. Ji ber ku di her wextê jiyanê de lazimiya me pê heye divê em ti carî ji xwarin-vexwarina xwe ya rojane de dernexin.

⏩BERHEMÊN ŞÎR Û NAVEROKA WA🥛

➡Ji bo 100 gram❗

🔸Mast
Kalorî: 60
Dohn: 3.3g
Karbohîdrat: 4.7 g
Proteîn: 3.5 g

🔸Penîr
Kalorî:106
Dohn:4.4 g
Karbohîdrat:2.65 g
Proteîn:12.4

🔸Dew
Kalorî:38
Dohn:2.1 gram 
Karbohîdrat:2.8 gram
Proteîn:2 gram

🔸Jajî
Kalorî:98
Dohn:4.3gram
Karbohîdrat:3.4 gram
Proteîn: 11 gram

🔸Nivîşk
Kalorî:720
Dohn:81gram 
Karbohîdrat:0 gram
Proteîn:1 gram

🔸Krêma
Kalorî:195 
Dohn:19.3 gram 
Karbohîdrat: 3.7 gram
Proteîn:2.7 gram

🔸Qeşaşîr(dondurma)
Kalorî:201
Dohn:11 gram 
Karbohîdrat:23.6 gram
Proteîn:3.47 gram

🔸Kefîr
Kalorî:52
Dohn:3.2 gram
Karbohîdrat:3.2 gram
Proteîn:2.7 gram

Bi rastî ne ku ez di vê beşê de ne û min perwerdehiya wê dîtiye, ji wextê ku tê bîra min kêfa min gelekî ji şîr û berhemên wê re tê. 
Ji ber ku piraniya gelê Kurd(ji bilî en di bajara de dijî)  bi dewar, pez û sewalan mijûl dibin gihîjtin wan hesanîtir e. Lê belê tişta ku min çavdêrî kir Kurdên ku di bajaran de dijîn kêfa wan jî şîr û cûreyên wê re nayê, zêde naxwin-navexwin. Nizanim sedem çi ye!

⏩FÊDEYÊN WA❗

🔹Şîr û berhemên wê jêdera proteîn,kalsiyum, Vîtamîn B2 û B12 hwd. gelek vîtamîn mînerala ye.
🔹Kalsiyuma di nava şîr de ji çavkaniyên din bêhtir di laşê mirov de tê metabolîze kirin.
🔹Kalsiyum ji bo tenduristî ya  hestû û diranan pêwîst e.
🔹Ji bo ku proteînên hêja/biqalîte tê de heye, di her emr de, piranî ji bo pêşketin, mezinbûn û selih a tevn ên mirovan pêdivî gelek e.
🔹Ji naveroka dohn ê tê de ji bo Kolesterolê baş e.

⏩PASTORÎZASYON❗
Pastorîzasyon, muameleya germ kirina şîr di 65 °C û di derbekê de cemidandin e. Bi vê muamele yê mîkrobên dı nava şîr de tên denature kirin.

⏩PORSIYON ÇÎQAS E❓
🔹Şîr, mast, kefîr: 200 ml
🔹Dew: 350 ml
🔹Penîr û cûreyên wê: 60 gram


⏩PÊDIVIYA ROJANE❗

1-3 emr zarokan 4 porsiyon,
4-6 emr zarokan 3-4 porsiyon,
7-9 emr zarokan  3 porsiyon,
10-18 emr zarokan 4 porsiyon,
Kesên gihîştî 3 porsiyon
65 û ser de  4 porsiyon e.
.

Bimînin di xêr û xweşiyê de..

🍒DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN🍒
03.06.2018



NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET

NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET . Di derdora ne hemûyan de hin kes hene ku hertim rûyê wan bi ken e û henû dişibihin hev. Hat ...