21 Ocak 2019 Pazartesi

NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET


NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET

.
Di derdora ne hemûyan de hin kes hene ku hertim rûyê wan bi ken e û henû dişibihin hev. Hat e bîra we?
Nîşankoma Downê, cudahiyek genetîk, anomaliya kromozoma ye. Di mirovên din de kromozomên ku 46 e(23 ji dayikê, 23 ji bav) di Downê de 47 e(23 ji dayikê, 24 ji bav). Kromozom ê zêde ji bav tê.  Sedema serekî emr ê avisbûnê ye. Avisbûna di ser 35 an de hêmanê rîskê ye. 
    Ji bo semptomên nexweşiyê kêmtir bikin  û  standartên jiyana zarokên Down î baştir bikin yekemîn tedawiya Diyetê ji bo wan pêwîst e.

PIRSGİRÊKÊN DI NEXWEŞİYÊ DE DERDİKEVİN HOLÊ?

.
📌Kêmasiya Çînko: Lêkolînên ku hatine kirin dide xuyakirin ku li gor zarokên din di yên Down î de ev kêmasî behtir derketiye. 
📌Jî ber ku kaloriyên zêde distînin û egzersiz  jî kêm e rêje Obezite û Dîabet zêde ye.
📌Selektif İnmmunoglobulin A (İgA) kêm e. "İgA" Antîkorên di  parastinê  yê mukoza ya rêhewa û Pergala Hezmê ne.
📌Li gor zarokên din mezinbûn kêm û hêdî ye.
📌 Kolesterol zêde, Omega 3 û Omega 6 kêm e.
📌Rîska nexweşîyên kardîovaskuler zêde ye
📌Li gor mirovên din rîska Alzheimer ê 40% zêde ye
HESAPKİRİNA ENERJIYÊ📝
.
Metabolîzma ya DOWN'î yan  li gor zarokên din 10-15% kêm dixebite. Ji ber wê divê enerjiya wan jî li gor zarokên di heman emrî de 10-15% kêmtir ve. Di heman demê de wekî mirovên din, li gor pêdiviyên laş diyeteke têr tijê werê saz kirin. 
.
PÊŞNİYARİYÊN DİYETÊ🍒
.
  🍒Downî wexta ku nû ji dayik dibin fonksiyonên mijandinê ne pêşketî ne. Ji bo ku şîr neçe Zengilokê(trachea) wan divê wexta şîr dan hinekî bi tîkane (hinekî bi banî ve) wan bigirin.
  🍒Ji bo kêmasiya Çînko û hêsin(iron) a, kezeb,masî, hêk, goştê mirîşk û eloka, kûmik, sîr û daxl.. divê di diyeta wan de cî bigrin..
🍒 Jî ber bêhereketî qabiztî pirsgirêkek mezin e. Ji bo qabiztiyê vexwarina avê û egzersîz divê werê zêde kirin. 
🍒 Xwarina fêkî û zerzewatan zêde bikin. Ji bo kêmasiyên vîtamîn-mîneral û zexeliya rovîkan xwarina wan pir girîng e. 
🍒Ji bo kêmasiya vîtamîn E, dohnê zeyta û çerezên xaf (gwîz, behîv, findiq,fistiq)..
👨‍⚕️👨‍⚕️Ger ku encamên xwîna wan de rêje ya vîtamîn-mîneralan gelekî kêm be, dibe ku pêdivî bi multîvîtamîn an jî taqwiya îlacan bê kirin. 
Herwiha bizanibin ku di tedawiya nexweşiyan  de DİYET bı tenê ne bes e. Bi diyetê re egzersîz teqez divê werê kirin. 
.
Gotina dawî "HAY Jİ WAN HEBIN, EW JÎ WEKÎ ME NE!"
.
Bimînin di xweşiyê de..
🍒 DİYETÎSYEN MEHMET AYDIN 👨

20 Aralık 2018 Perşembe

FÊKIYÊ ZIVISTANÊ "KUNDIR"











⏩🇰 🇺 🇳 🇩 🇮 🇷⏪
(Cucurbita moschata) Li gor heraman bi gelek navan tê gotin. Mînak: kundirê qijik, kundirê mîranî, kundirê şîrîn, kundirê qerewe, kundirê şamî ..
.
Ewqas bi qedr e ku Mihemed Arif Cizrawî li ser stranek jî çêkiriye. 😄

Kundiro kundirê mîranî
Heram e şekir û şîranî
Kes tam a kundir nizanî
Kundiro kundirê nava latê bî.
.
Kundirê nava latê ye
Tu şîva bûk û zavê ye
Zava bûk li ba hewşê ye
Kundiro kundirê mîranî ..
.
.
We zanî bû ku kundir fêkî ye ?
Erê rast e fêkî, fêkiyek gelek bi qedr e. Di zivistanê de çêdibe.

❓NAVEROK:
🔘100 gram=26 kaloriye. ✔
🔅Ji aliyê Vîtamîn A,B,E , Hêsin, sodyum, potasyum, çînko, fosfor ve gelek dewlemend e.
🔅Vîtamîn A tê de heye. Ji bo korahiya şevê û başiya çav re yekbiyek e.
🔅Lê belê dendikê wê zêde nexwin rûnê nav zêdeye. Bi qasî 100 gramî bes e.

➖De ka em bijmêrin fêdeyên wê!
🔅Pergala parastinê qewîntir dike.
🔅Tevgerên rovî û zikê mirov zêde dike.
➖Taybetî ji bo gazinên qabiztî ya zarokan de piştî meha 6'an dikarin bidine xwarin.
🔅Têr digirê.
🔅Antîoksîdan e
🔅Ji bo reaksiyonên alarjiyê alîkarek baş e.
🔅Bronkodîlatator.(ji bo nexweşiya  Bêhnefişkî/Bêhntengî (ASTIM) ê bronş an fereh dike.)
🔅Çerm ê mirov paqij dike. (Ne hewceye ji #gratis maqyajan bikirin 😁)

❗Çêkirina wê❗
.
Ji bo windabûna vîtamîn-mîneralan kêm be, berî kelandinê biqeşêrin û zêde nekelênin. Di firnêde an bi kelandinê wextekî kêm bikelênin. Wextê we şîraniya wê çêkir ji şekirê rafîne dûr bin. Hingiv an dimsê pêdakin❗
🔆NOŞÎCAN BE🍴

🍒DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN🍒


19 Aralık 2018 Çarşamba

PROTEÎNA HERÎ BAŞ 🥚HÊK🥚

🥚HÊK🥚
.
⭐Tiştî wilo bifikirin ku hem win dikarin tevlî nav her xwarinê bikin û him jî ewqas baş û dewlemend be.
❗Tê zanîn ku ji bo zarokan piştî şîrê dayikê, bi naveroka xwe hêk, yekemîn e. Di aliyê proteînê de referans tê girtin. Ku em proteînan ji sedî binirxînin ya hêk ê %💯e.
Hêkek îdeal 60-63gram e.

⭐NAVEROK❓

*ji bo hêkek kelandî*
✴74.5 kcal enerjî
✴5.4gram rûn
✴0.3gram karbohîdrat
✴6.3gram proteîn
✴191 mg kolesterol
✴141mg Vîtamîn A
✴0.8 mg hêsin
✴48.5 potasyum
✴36.5 mg sodyum
✴Vîtamîn A,B,D,E û amînoasîdên elzem ku di laşê mirovan de nayên çêkirin û divêtin ji derve werin standin  tê de hene.
➖➖➖➖➖➖➖➖➖➖➖➖➖
❗FEYDEYÊN WÊ❗
Bi jimartinê xilas nabe lê çendeka em bijimêrin..
🥚Elbet ji bo xwarin a zarokan tiştekî din nîne ku him xwarinek hesanî him jî ewqas bifêde ye.
🥚Vîtamîn A, ji bo tenduristiya çav, hestû û diran an gelek baş e.
🥚Ji bo enfeksiyonan parastinê dike.
🥚Fonksiyonên mêjî de başîya wê tê xuya kirin. Û kêmasiya wê di zarokan de dibe sedema paşvemayina hişmendî yê. 🥚Herwiha ji bo çêkirina xwînê jî alîkar e. 🥚Û hwd.
➖Bal a xwe bidin➖
✔Her sibeh 1ê bixwin, bidine xwarin.
✔Kiryarî de hay ji paqijî û xuyakirina wê hebin.
✔Zêde nekelînin. Ya baş 5 deqe ye.
✔Ava kelandina wê nerijînin. Berdine ber kulîlkê xwe🌸.

🍒DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN🍒


21 Kasım 2018 Çarşamba

🍀GESTASYONEL DIYABET (DIYABETA BIHEMLÎ)💉



➖➖➖➖➖❗❗❗➖➖➖➖➖
Cara pêşî di wextê bihemlî de bi şekirê zêdeyê di xwînê de tê tespît kirin. Halek Pediyabetê ku rîska diyabeta Tîp2 ye.  Di vê nexweşiyê de berî bihemliyê diyabet nîne. Ji ber zêdebûna hin hormanên ku pêdiviya zarokê pê heye şekirê xwînê zêde dibe. ➖Bêhtir di heftiya 24 a de xuya dibe.  Di heftiya 24-28 an de jî tê test kirin.

TEST ÇAWA TÊ KIRIN❓
.
Oral Glîkoz Test(testa ku taqwiya glîkav ji dev tê kirin.) Ev test di wextekî  nava rojê de piştî  50 gram şekirê di nav avê de helandî tê vexwarin, zedehiya şekirê xwînê tê meyizandin. Ku encam ji 140mg/dL kêmtir be Gestasyonel Diyabet nîne. Ku jê bêhtir be 100gram din tê vexwarin. Li gor encamê tê biryar dan.

TEŞHÎSA WÊ ÇIMA GIRÎNG E❓

Zarok, bi riya plasenta yê tê xwedî kirin. Ku şekirê dayikê zêde dibe ya zarokê jî zêde dike. Li hemberî vê mijarê metabolîzmaya zarokê îraza Însulînê zêde dike. Însulîn, mezinbûnê jî îkaz dike û zarok ji ber vê gelekî qelew dibe. Ji ber vê jî gelek nexweşî û nebaşî xuya dikin.
➖Ev tespît kirin ji bo tenduristiya dayik û zarokê girîng e.
➖➖➖➖➖➖➖➖➖➖➖➖
DIVÊ ÇI BIKIN❓

❗Ya pêşî divê alîkariyê ji bijîşk û Diyetîsyên bistîne❗
➖Tişka ku bêhtir li ser were sekinandin standina Karbohîdrat e. Xeynî wê hertişt weke bihemlek normal e.
✴Carbohîdratê kompleks ên ku şekirê xwînê zû zêde nake bêhtir bixwin.
✴Tamên ku Karbohîdratên kompleks tê de❗
✴Baqliyat, fêkî, zerzewat, savar, çavdar,  genim û tişten ji ardê wa hatine çêkirin.
✴Xwe ji tamên ku şekirê xwînê zû bilind bike dûr bikevin.
Wek; şekir, loqim, rîçal, hingiv, şîranî, ava fêkiyan û fêkiyên hişkkirî..
✴Xwe ji tiştên hazir dûr bikin.
Rojê herî zêde 2 porsiyon fêkî bixwin.
✴Şînahiyê û zelate zêde bixwin.
✴Jî bo pêdiviya Kalsiyumê Şîr û cureyên wê bixwin.
✴Avê vexwin( 30ml/kg/roj) yanê ku 60 kîlo be, divê herî kêm 1800 ml av vexwe.
✴Kontrola graniya xwe bikin.
✴Xwe birçî nehêlin( serê2-3 seeta xwarinê bixwin.)
✴Sporê bikin. Wê hîperglîsemiyê kêm bike.

Li xwe baş binêrin. Bimînin di xêr û xweşiyê de..
.
🍒DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN🍒


20 Kasım 2018 Salı

ZAROKÊN WE DIVÊ ÇI BIXWIN ?






__ZAROKÊN WE DIVÊ ÇI BIXWIN/VEXWIN?
➖Dema zarokatî, heya ku bigihîje çaxê ku dayik biheml e, destpêka parastin û hayjêhebûna xwarin û vexwarinê pêşî dayik pişt re jî di aliyê  zarokê de tiştek gelek girîng e.  Dema ku dayik biheml e, pêwîstiya kaloriyê zêdetir dibe. Ku dayik ne di zanyariya vê tiştê be û zayin bi van kêmasiyan biqewime nemumkin e ku zarok jî para xwe ji wan negire.
Dibe ku zarokên biasteng an ketin bibin.

✴SEDEMÊN KOMPLÎKASYONÊN ZAYINÊ!

🔅Malnutrîsyon(kêm an çewt xwarin vexwarin)
🔅Gestasyonel diyabet(diyabet a ku di dema hemilî de xuya dibe)
🔅Hîpertansiyon
....
✴ZAROKÊN NÛ WELIDÎ DIVÊN ÇI BIXWIN/VEXWIN?
➖Heman dema zayinê de şîrê pêşî(kolostrum) ku ji sîngê te divê bidin zarokê. Ev şîr bingeh a avahiya mîrobiyal ya rovî û pergala serifandin dike.
➖Destpêka zayinê hata 6 meh a ji bilî şîrê dayikê tiştek divê nedine zarokê.
➖Piştî 6 meh an hêdî hêdî dest bi xwarina cureyên tam ên din dikin.
➖Ku şîrê dayikê kêm an qet nebe, formula dikarin bidin.
➖Heya 2 sal a şîrê dayikê pêwîst e.
☑Her cureyên tam an bi zarokên xwe bidin naskirin û bidine heskirin.
➖Bandora Medya ya civakî elbet li ser xwarin û vexwarin a zarokan dibe. Reklam li ser Fast food û tişt mişt ên netendirustî bi zarokan didine şêrîn kirin.  Dê û bav divêt zarokên xwe ji wan dûr bikin.
🔅Fêkî û zerzewatan ji wan kêm nekin.
🔅Şîr û cureyên wan rojê kêm 3-4 porsiyonan bidine wan. ...
Ya dawî, bizanibin ku tiştek ji tenduristiya zarokên we ne muhimtir e. Ji ber vê yekê di vî rengî de bingehek pak û rast û tenduristî  di destê we de ye û heta dawiya emr ê wan wê bibe sedem..

Bimînin di xêr û xweşî de.
.
🍒DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN🍒


14 Kasım 2018 Çarşamba

14Ê MIJDARÊ "ROJA DÎABET A CÎHANÊ"







🇴
"14ê Mijdarê Roja Dîabeta Cîhanê"
(World Diabetes Day)
🇴
Di sala 1991 an de "Komeleya Tenduristiya Cîhanê(World health organization-Who ) û Navneteweya Federasyona Dîabetê(International Diabetes Federation-IDF) bi mebesta  zêdekirina haybûna civakî û daxuyaniya girîngiya DÎABETê 14ê mijdarê roja, rojbûna  FREDERICK BANTING ê ku di sal a 1921 ê de ÎNSULÎN vedîtiye hat e nirxandin. Û her sal tê pîroz kirin.
Remz a wê xeleka şîn e "🇴".
Her sal mijarek tê nirxandin. Mijara îsal "JIN Û DÎABET" e û dirûşma vê "PÊŞEROJEK TENDURIST MAFÊ ME YE" ye. ❓
DÎABET ÇIMA NEXWEŞIYEK GIRÎNG E?
⭐Hejmara nexweşan her sal zêde dibe. 2015 an de 415 milyon e. Û her sal zêdetir dibe.
⭐Hi nîvî bêtir hay ji nexweşiya we nîn in.
⭐Serê 6 sanîye kesek ji ber vê nexweşiyê dimire.
⭐Her sal 500 hezar zarok bi  Dîabeta TÎP1 ê ji dayîka xwe dibe.

Vexuyaniyên nexweşiya şekir çi ne❓
🔅Zuha bûna dev, tî bûn, gelek av vexwarin.
🔅Gelek car mîz kirin. Bi şev hatina mîzê.
🔅Betilandin û bêhalî.
🔅Birînen dereng başbûyî.
🔅 Enfeksiyon.
🔅Di fonksiyonên çav de xera bûn.

.Ku çend daxiyanî bi we re hebin piştgoh nekin.
Jibîr nekin❗
PÊŞEROJEK TENDURIST MAFÊ ME YE🔆🌼
.DÎYETISYEN.MEHMET AYDIN🍒
.
Nîşejêr💬❗
Hun dikarin parvekirina min a li ser Etyolojiya  Dîabet ê binêrin. (Dîabet çiye, sedema wê, tedawî û hwd. )
 https://diyetakurdi.blogspot.com/2018/01/diabetus-mellitusnexwesiya-sekir.html?m=1 


6 Kasım 2018 Salı

XELETIYÊN DIYETÊ!






XELETIYÊN DIYETÊ !

Taybetmendiya ku mirovan ji nifşên jîndarên din diveqetînê bêguman xwarin-vexwarina wan e. Însan omnîvor e. Yanî him goştxwir(piraniya Kurdan tenê goştxwir e 😁) him giyaxwir e. Ev taybetmendî îmkan dide ku di her derê dinyayê de, di şert û mercên zahmet de bikaribe bijî. Herwiha însan xwedî menûyek berfireh e. Û ev berfirehî însan dike jîndarê adaptasyona wî herî zêde.
Gotinek di ceh de ye ku em bêjin "însan çi bixwe dibê ew!". Him bi mecazî him jî rastî.
    Helbet ji zayîna moravahiyê heta îro, pêşveçûna xwarinê her tim dewam kiriye. Ji çilekî û bênefsî ya  "Adem û Hewa" sêv an genim(li gor Kurda) ê ku xwariye , hatiye heta nevî yê wan ên îroyîn ku tiştek nemaye ku naxwin.
Erê em dixwin lê çima û çawa?
Li gor raporên Komaleya Tendirustî ya Cîhanê(World Health Organization/WHO, ji ber sedema ku dohn di laşê mirov de zêde kom dibe, nexweşiyên derdikevin holê, pirsgirêkên ku  teqez divê werin tedawî kirin tê naskirin.
Qelewî her çiqas girêdayî sedemekê jî be, carna çendek ji wan bi hev re jî dibin sedem.
Ev,  Zêde xwarin-vexwarin, kêm hereketî, genetîk, sedemên hormonî, pirsgirêkên derûnî, cixare, alkol hwd. Qelewî bi komplîkasyonên xwe sedema kin bûn û daxistina qalîteya emr, nexweşiyek girîng e.
Komplikasyonên sereta, Nexweşiyên Kalb-demar, Hîpertansiyon, Nexweşiya Şekir, hin cureyên Qansêrê, Rûngirtina Kezeba reş hwd in.
Ji bo zeîfbûnê tedawiya esas guhartina şiklê jiyanê û sazkirina xwarin-vexwarinek li gor pêdiviya mirov.
Erê em xwarin-vexwarina xwe saz dikin lê piranî kes bêyî Diyetîsyenekî/ê dikin ku vê guhertinê tena serê xwe bikin.  De ka em meyzênin bê di çi xeletî di derbarê diyetê de tên kirin..
~

1) BERÎ KU BI TEMAMÎ QERARA DIYETÊ BIDIN DESTPÊ KIRIN.

2) BÊKONTROLA PISPORAN.
--Li gor tahlîlên xwînê divê di kontrola Diyetisyenan de, ji bo pêdiviya mirovan  planek werê amade kirin.

3)  ARMANCÊN RAST KIFŞ NE KIRIN.
--Komaleya Tendirustî ya Cîhanê(WHO) dibêje ku "Ji bo daxistina kîloyan ya baş mehê li gor kîloyên we ji %5 kîlo ye."

4) XEWA KÊM AN ZÊDE..

5) NEXWARINA TAŞTÊ.

6) ROJÊ 2 DAN TENÊ XWARIN.

7) QEVAZTINA DANAN

8) DANÊ ÊVARÎ DERENG XWARIN..

9) GELEKÎ BIRÇÎ MAYÎN

10)  CUREYEK TENÊ XWARIN.

11) ZÛ BI ZÛ XWARIN

12) XWARINA KALORIYA WAN ZÊDE.

13) ZÊDE XWARINA XWÊ.

14) XWARINA TIŞT-MIŞTA(abur-cubur)

15) JIYANEKE BÊHEREKET

16) JI BO HER TIŞTÎ KIRINA MAHNEYA.

17) TÊR AV NEVEXWARIN..
--Divê miriv rojê li gor kîloyên xwe %3 av vexwe. Yanî mirovekî 70 kîlo rojê divê 2-2,5 lître av vexwe.

18) HER GAV WEZINANDIN.
--Her gav wezinandin piştî demekê dibê pirsgirêkek derûnî.

19) ZÊDE STANDINA KAFÊÎNÊ.

20) HETA KU PÊ BIÊŞE ZÊDE XWARIN.

.Û hwd. Bi sedan xeletî tên kirin. Ji bo tendirustî û başiya mirov, ancax bi alîkariya DIYETÎSYENAN  pêkan e.

Bimînin di xweşiyê de.
.
.
~DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN~


NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET

NÎŞANKOMA DOWNÊ (DOWN SYNDROM) Û DİYET . Di derdora ne hemûyan de hin kes hene ku hertim rûyê wan bi ken e û henû dişibihin hev. Hat ...